Nûçeyên Iraqê

NY: bo cara yekem alîkarî ji deverên rejîmê digihe Minbicê

Karwaneke ku alîkarî ji 50,000 kesî re hildigire gihişt bajarê Minbicê, li bakurê Sûrîyayê, roja Pêncşemê (7ê Adarê), di yekemîn dayîna bi vî rengî de di xaka li jêr kontrola rejîmê re, AFP ragihand.

NY û Heyva Sor A Erebî Sûrî 37 kamyonên barkirî bi "862 tonên xwarin, matralên nayên xwarin, metryalên perwerdahîyê, û hewcedarîyên pijîşkî " şandin, li gorî NY.

"Ev yekem car e ku ew alîkarîyê di rêya Helebê re dighînin Minbicê," Fran Equiza, Kordînatorê Mirovî yê NY li Sûrîyayê ragihand.

Barê Minbic asêgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, û aniha encumeneke serbazî ya ser bi Hêzên Sûrîyaya Demokaratîk (QSD) ve bajar bi rê ve dibe.

kesek ji her pênc kesên li Minbicê dijîn ji deverên din ên Sûrîyayê bêwar bûne, Equiza di postekê de got.

NY got ku ev alîkarî dê "têra (xwarin) hewcearîyên 50,000 kesan bo dora heyama 20 rojan bike", û derman û pêwîstîyên nûjdarî yên bes bo tedawîkirina 81,000 dabîn dike.

Li gorî Programa Xwarina Cîhanî, li Sûrîyayê "ewlekarîya xwarinê peyda nabe" û 6.5 milyon kes nikarin xwarina xwe peyda bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500