Nûçeyên Iraqê

Li kampeke Sûrî, DAIŞ xwe bi dawîn parçeyê erd ve digire

Çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di kampekê de li qeraxa çemekî li rojhilatê Sûrîyayê kom bûne roja Înê (8ê Adarê) ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) zext li wan dikirin daku wan ji dawîn parçe ji xaka ku wan dagirkiriye biqewitîne, AFP ragihand.

Dawîn çekdarên DAIŞê û malbatên wan roja Înê di nava kombûyîneke otombêl û konên li ser qeraxa çem hatin dorpêçkirin, di navbera şervanên QSD û hêzên rejîma Sûrî de li her du rexên çem.

QSD, ku hêza asmanî ya hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wê dike, li benda deranîna hemû sivîlan e bo êrîşa xwe ya dawî bibe ser DAIŞê û dawîn erd jê bistîne.

Bêhtir ji 7,000 kes, piranîya wan jin û zarok in, ji Baxozê ber bi erdên QSD ve derketine vê heftîyê.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, dora 10% ji nêzî 58,000 ên ku ji deverê revîyane ji Kanûna Yekem ve, tundrew in.

Ne dîyar e ku çend kes hîna di molgehê de mane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500