Nûçeyên Iraqê

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî: Xaza Klorê di êrîşa li ser Dûmaya Sûrîyayê de hatiye bikaranîn

Rejîma Sûrî roja Pêncşemê (7ê Adarê) raporteke ajansa navdewletî ya çavdêrîya çêkên kîmawî red kir, ya ku teqez dike klor diêrîşeke li ser bajarokê Dûmaya Sûrîyayê bi kar hatiye di nîsana 2018an de, AFP ragihand.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî Îna borî got ku "sedemine biserîketî" hene ku em bibêjin heyberên kîmawî yên ku "klora bibandor" dihundirîne, di êrîşê de pêk hatiye, ku dîtvaninan got 43 kes jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinê dîyar kir ku du silinderên ku belkî heyberên kîmawî dihundirînin li komek malan li Dûmayê ketin, ku hingê di bin kontrola opozîsyonê de bû.

Raportê xwe spart serdaneke pişkînerên rêxistinê bo Dûmayê.

Tîmê bêhtir ji 100 nimûne ji heft deveran li bajarokê standin, ku rejîmê wan ji çûna heta wê deverê gelek heftîyan bêpar kiribû.

OPCW anî ziman ku ew gihaşt serencamên xwe li ser bingeha "şehadeta dîtvanan, encamên analîzkirina nimûneyên jîngehî û bijîşkî-biyolojî, analîzên jehrî û jîngehî ji pisporan."

Raporta roja Înê herwiha angaştên rejîma Sûrî ku dibêjin xaz ji dezgeheke serbazî ya opozîsyonê û ji enbarekê ya li herêmê hatiye red kir.

Rêxistinê tehqîq di gelek êrîşên kîmawî de di heyama heşt salên şer de kir, û di demeke berê de bikaranîna "klor, xerdel û sarînê weke çekên kîmawî" di bûyerine din de teqez kir.

Tu maf bi rêxistinê re tune bû ku berpirsyartîya êrîşan bike, lê ji hingê de zever hatin dayîn ku berpirsyartîya tehqîqê bo hemû êrîşên kîmawî yên li Sûrîyayê ku vedigerin 2014an bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500