Nûçeyên Iraqê

Di kemînekê de şeş endamên hêzên ne fermî yên Îraqî tên kuştin li başûrê Mûsilê

Şeş hêzên Îraqî yên ne fermî hatin kuştin û bêhtir ji 30 kesên din birîndar bûn di kemînekê de li rêyeke dûrdest li başûrê Mûsilê, berpirsekî xwecihî û hêzên ewlekarîyê Pêncşemê (7ê Adarê) eşkere kir.

Kesine nenas şeva Çarşemê êrîş birin ser karwanekî çekdarên Hêzên Heşda Şaebî, yên ku berê wan li mal bû û lewra ew neçekdar bûn, li gorî daxuyanîyeke Navenda Medyayî ya Hêzên Ewlekarîyê.

"Şeş çekdar hatin kuştin û 31 kesên din birîndar bûn û bo nexweşgeha Geyarayê hatin veguhestin," daxuyanîyê got.

Êrîş li ser rêyekê di navbera Mûsilê û bajarokê Mexmûrê de pêk hat, li deverên ku hêzên Îraqî û yekîneyên hêzên êlan ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2017an de vegerandin.

Heta aniha tu alî xwe nekiriye berpirsyarê van kuştinan.

"Ev yekemîn êrîşa ji vê corê ye ji çaxê rizgarkirinê ve," Rizgar Mihemed, perpirsekî xwecihî li Mexmûrê, ji AFP re ragihand.

"Dever vekirî ye û rûbera wê mezin e, û me ji hêzên li vir re gotiye ku ew bi temamî nehatiye paqijkirin," wî got.

Mihemed got ku hêzên Îraqî li deverê hatibûn bicihkirin bo êrîşkeran bigirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500