Nûçeyên Iraqê

2 endamên DAIŞê li biyabana Enbarê tên girtin

Fermnadarîya Operasyonên Enbarê roja Çarşemê (6ê Adarê) ragihand ku wê du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin di lêdaneke asmanî de li ser Wadî Mefazayê li biyabana Enbarê.

Dest li ser çek, teqemenî, otombêleke çar-palder û alavên peywendîyê jî di operasyonê de hat danîn.

"Li gorî agahîne hewlagirî yên pêşwext derbarê çalakîyên terorîst de li Wadî Mefazayê, li rojavayê Rutbayê, hêzên artêşa Îraqî lêdaneke asmanî pêk anîn û du çekdarên Îraqî di tunêleke jêrzemînî de girtin," Fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re eşkere kir.

Felahî dîyar kir ku "tunêl odeyeke wê jî hebû ku têra gelek kesan dikir."

Wî anî ziman ku hêzên Îraqî veşartgeh wêran kirin û herdu girtî birin navendeke binçavkirinê bo lêpirsînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500