Nûçeyên Iraqê

Jina tundrewê Fransî Jean-Michel Klain ragihand ku ew li Sûrîyayê hatiye kuştin

Tundrewê Fransî yê bi navûdeng Jean-Michel Klain meha borî hatiye kuştin, jina wî roja Sêşemê (5ê adarê) ji AFP re ragihand, paş ku ew ji molgeha dawî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê revîya.

Jina Klain Dorosî Maquere got ku mêrê wê di topbaraneke hawinê de hat kuştin piştî ku ew di êrîşeke bi dronê ya Hevpeymanî de, ya kubirayê wî Fabien tê de hat kuştin, birîndar bû, birayê wî tundrewê Fransî yê herî xwestî bû.

"Dronê tîyê min kuşt û paş wê hawinê mêrê min kuşt," wê ji devereke pişkinînê ya Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ragihand.

Maquere û zarokên wê di nava sivîlên ku herî dawî ji Baxozê derketibûn de bûn, û tundrewên herî mejîhişk ên DAIŞê li wir pir bi hovane li ber xwe didin.

Fabien Klain pir bi navûdeng bû paş ku wî di tomareke deng de got ku ew berpirsyarê êrîşên Mijdara 2015an li Parîsê ye, êrîşên ku tê de 129 kes hatin kuştin. Ji alîyê xwe ve, Hevpeymanîya navdewletî mirina wî meha borî piştrast kir.

Maquere got ew texmîn dike ku Hayat Boumedienne, ew jî tundrewekî Fransî yê navdar e û hîna çarenivîşa wî ne zelal e, vê dawîyê li Baxozê hatiye kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500