Nûçeyên Iraqê

QSD 400 çekdarên DAIŞê yên hewl didan birevin digire

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dora 400 çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin gava wan hewl dida ji Baxoza dorpêçkirî birevin, AFP Çarşemê (6ê Adarê) ragihand.

QSDê êvara Sêşemê rê li ber derketina komeke mezin girt ku hewl dida ji bajarok bireve, ku ew dawî devera biçûk a di destê DAIŞê de maye, berpirsekî payebilind ê QSD bêyî nasnameya xwe eşkere bike ragihand.

Wî got ku hewla wan a revê bi rêya toreke ku armanc dikir wan ber bi deverine dûr ve bibe pêk hat, bêyî cih were destnîşankirin.

Berpirs anî ziman ku ew bi peya bûn û di nav wan de çekdarên Sûrî û bîyanî hebûn.

QSD dîyar kir ku di nava 3,500 kesên ku ji Baxozê hatin roja Sêşemê piştî bombebarankirina dijwar ji hêla QSD û alîgirên wê yên navdewletî, 500 kesên ku tê payîn ew çekdarên DAIŞê ne xwe radest kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500