Nûçeyên Iraqê

Toreke qaçaxîya neftê li Besrayê tê girtin

Polîsê Îraqî roja Dueşmê (4ê Adarê) ragihand ku toreke qaçaxîya neftê ya ji şeş endaman pêk tê li parêzgeha Besrayê hat girtin.

"Hêzên ewlekarî nîvroya Duşemê mezintirîn tora ku qaçaxîya neftê û berhemên wê dike li Besrayê girtin," çavkanîyeke ewlehî ragihand.

"Hemû endamên torê hatin girtin û dest li ser heft tankerên bi neftê barkirî û hazirkirî bo qaçaxîyê hat danîn," çavkanîyê wiha got, û da zanîn jî ku polîs karî cihê ku neftê jê dihat birîn destnîşan bike û kesên ku hevkarî bi tora qaçaxîyê re dikirin nas bikin.

"Dest li ser çar xetmên sexte, di nav de du xetmên Kompanîya Berhemên Neftê, û herwiha belge û nameyên vala, yên ku wajû û xetma Encumena Xwecihî ya Besrayê û kompanîyeke wizayê li ser wan hebû, hat danîn," çavkanîyê eşkere kir.

Gunehbar radestî dadgehê hatin kirin li gorî madeya 3ê ya cezayên têkildarî qaçaxîya neftê û berhemên wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500