Nûçeyên Iraqê

Sûrîya tevlî yekemîn hevdîtina Erebî dibe ji 2011an ve

Sûrîya li hevdîtineke dewletên Ereban roja Yekşemê (3yê Adarê) amade bû bo yekemîn car ji çaxê destpêkirina şerê wê di 2011an de, ku ev gaveke din e bo qebûlkirina Sûrîya di qada siyasî de li herêmê, AFP ragihand.

Serokê parlemanê Sûrî Hemoda Sebax çû Emanê bo tevlî civîneke parlemanî ya Erebî bibe.

Hmberê wî yê Urdinî, Atif Terawne, di axaftinekê de ji dewletên herêmê re bang bo "dîtina çareserîyeke sîyasî ji alozîya Sûrîyayê re... û bo Sûrîya vegere cihê xwe" di cîhana Erebî de, kir.

Hejmareke mezin a dewletên Ereban piştgirîya xwe bo vegerandina Sûrîyayê bo Komkara Erebî anîn ziman, ku di Mijdara 2011an de endamtîya wê ji ber bilindbûna hejmara kuştîyan di şerê wê de hat hilawestin.

Lê belê, dabeşbûyînên di rêxistina Erebî de, rê nedan qebûlkirina vegerandina Sûrîyayê, ya ku bi piştevanîya Rûsya û Îranê dikarîbû beşine mezin yên erdên xwe kontrol bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500