Nûçeyên Iraqê

Serokên serleşkerîyê yên Amerîkî û Rûsî têkildarî rewşa Sûrîyayê dicivin

Tê payîn ku serokên serleşkerîyê yên Amerîkî û Rûsî roja Duşemê (4ê Adarê) li Vîyenayê bo gengeşekirina operasyonên li Sûrîyayê bicivin, AFP ragihand.

General Cozêf Dunford, serokê Serleşkerîyê, dê nûnertîya alîyê Amerîkî bike di hevdîtinekê de bi General Valery Gerasimov, serokê Serleşkerîya Rûsyayê, Col. Patrîk Ryder, peyvdarê Serleşkerîyê ragihand.

Ryder dîyar kir ku "herdu serokên serbazî dê nakokîyên hevpeymanîyê û operasyonên Rûsî li Sûrîyayê, û herwiha peywendîyên serbazî yên di navbera Amerîka û Rûsîyayê de, rewşa ewlehîya navdwletî ya aniha li Ewropayê û hinek mijarên din giftûgo bikin."

Ji çaxa ku Rûsîya derbasî şerê Sûrîyayê bûye di 2011an ve, Mosko û Waşinton bo pêşketina deverên operasyonên xwe li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dixebitîn, ku her yek ji wan hev bo operasyonên asmanî yên palnkirî hişyar dikir daku xwe ji rûbirûbûnê bi dûr bixin.

Tevî şerê li Sûrîyayê û alozîyê dualî, serokên serbazî kenaleke peywendîyan vekirî hiştibûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500