Nûçeyên Iraqê

Niyû Zêland ji çekdarekî DAIŞê dibêje ku ew berpirsyarê qedera xwe ye

Serokwezîra Niyû Zêland Jakinda Erderin roja Duşemê (4ê Adarê) hişyarî da ku divê tundrewê Niyû Zêlandî yê "sersar" tenê wergirtina hinek alîkarî ji welatê xwe pêşbînî bike paş ku ji hêla hêzên Sûrî yên şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin hat girtin.

Mark Taylor, 42 salî, ji Desteya Çapemenîya Australî re got ku wî pênc sal di nav rêzên DAIŞê de derbas kirine, lê di Kanûna Yekem de wî xwe radestî hêzên Kurdî kir ji ber ku rewş nema dihat debarkirin, li gorî raporteke AFP.

"Ne xwarin, ne pere, ne xizmetguzarîyên bingehîn mabû û wêranî li her derî bû," wî wiha ji nav zindaneke hêzên Kurdî got. "Ez di rewşeke şerpirze de bûm û divabû ez biryara dawî bidim, ew jî derketin bû."

Taylor naznavê xwe yê şermezarbar di 2015an de wergirt piştî belavkirina gelek tiwîtên alîgir ji DAIŞê re lê wî ji bîr kiribû ku taybetîya destnîşankirina deverên xaknîgarî vemirîne. Wî ji ABC re got ku ji ber vê yekê DAIŞê bi 50 roj zindan ceza kir.

Wî herwiha pasporta xwe ya New Zîlandî di vîdyoyeke propogandayî de şewitand û bang li tundrew li Awstralîya û Niyû Zêland kir ku "operasyonan" pêk bînin.

Serokwezîr Ardern bi dûr xist kuTaylor ji nasnameya Niyû Zêland were mehrûmkirin.

Wezîrê Dadê Andrew Little got ku eger Taylor veger, divê ew zanibe ku ew dê li gorî yasayên dijî terorê bê darizandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500