Nûçeyên Iraqê

Derxistina sivîlan ji asêgeha DAIŞê li Sûrîyayê berdewam e

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bi sedên kesên din ji dawîn molgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê derxistin û wan roja (1ê Adarê) dest bi êrîşeke dawî li djî çekdarên mayî kir, li gorî raporteke AFP.

Çekdarên tundrew ên DAIŞê û malbatên wan di molgeha dawî de asêmayî ne paş QSD bi sedan kes roja Çarşemê ji Baxozê derxistin.

"Gelek kesên biyanî yên ji welatên cuda di nav wan de hebûn," peyvdarê QSD Mustefa Balî wiha got, lê wî tu agahîyên din eşkere nekirin.

Tê payîn ku bi hezaran kes di kampeke demikî de li ser tixûbê Baxozê mabin.

Pêncşemê, peyvdarekî QSD bi navê Ednan Efrîn, got ku hêza wî li benda derxistina sivîaln ji baxozê bi awayekî temam e berî destpêkirina êrîşa dawî bo jinavbirina tundrewan.

"Em dixwazin ku xebatên derxistinê di demeke herî nêz de biqedin bo ew dest bi qonaxa din bikin: kuştin an xweradestkirina" tundrewên li nav molgehê mane, li gorî Efrîn.

Mezlûm Kobanî, fermandarê giştî yê QSD, jî got ku operasyona li dijî koka DAIŞê li Deşta Feratê, ku di Îlona sala par de dest pê kir, dê heftîyeke din jî dirêj bike.

"Di dora heyama heftîyekê de, em dê mizgînîya serkeftina bi temamî li ser DAIŞê ragihînin," wî got.

Kobanî di vîdyoyekê de diaxivî dema ku wî serdana şervanên QSD ên hatin rizgarkirin paş ku DAIŞê ew bo heyama sê heftîyan dîl girtibûn, vîdyoya ku ofîsa medyayî ya QSD Pêncşemê belav kir.

Fermandar got ku azadkirina hêzên QSD û hebûn HINEK şervanAn di nav destê wan de mane faktorekî hêdîkirina operasyonên li dijî Baxozê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500