Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîyê kuştina "Dengê Êrîşên Parîsê" teqez dike

Hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê dike roja Pêncşemê (28ê Sibatê) kuştina tundrewekî Fransî yê navdar teqez kir ku heftîya borî di êrîşeke asmanî de hat kuştin.

Hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de got ku Fabyan Klên ê ku tê payîn ew di Adara 2015an ve çûye Sûrîyayê, di êrîşeke asmanî de li ser dawîn molgehên DAIŞê li Baxozê hat kuştin.

Çavkanîne Fransî berî heftîyekê ji AFP re eşkere kiribûn ku Klên hat kuştin.

Klên navûdengekî nebaş qezenc kiribû piştî tomrkirina dengekî ku tê de berpirsyartîya êrîşên Mijdara 2015an ên Parîsê angaşt kiribû, gava çekdarên DAIŞê 129 kes di rêya êrîşine birêxistinkirî re li xwarinegeh û baran kuştin li derdora paytexta Fransî, li hola Bataklanê ya şahîyan, û li yarîgeha netewî bi awayekî hovane ku cîhan mat kir.

Di pişt re di vîdyoya wî de, mirov dikare dengê Klên bike gava dibêje "heşt bira yên kemberên teqîner li xwe dikin û tifing di dest wan de ne," "êrîşeke pîroz li ser Fransaya xaçperest" pêk anîn.

Tomarkirina propogandaya tirsnak hişyar kir ku êrîşa tundrew tenê "destpêka bablîsokê" bû.

Di 2009an de, Klên hat hikumkirin û pênc sal zindan lê hat birîn ji ber ku tilîya wî di şandina tundrewan bo şerê hêzên Amerîkî li Îraqê bikin de hebû, berî ku xwe di nava DAIŞê de bibîne piştî şeş salan ji ragihandina wê.

Çavkanîne ewlehî yên Fransî berî niha ji AFP re dîyar kiribû ku birayê wî Can Mîşêl, ew jî tundrewek e, di heman êrîşê de li Baxozê birîndar bû, ku dawîn çekdarên DAIŞê li wir şerê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500