Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY dîdareke navdewletî ya nû bo gotûbêjkirina rewşa Sûrîyayê pêşinyar dike

Şanderê nû yê NY bo Sûrîyayê Pêncşemê (28ê Sibatê) pêşinyarek pêşkêşî hêzên serekî kir li dor avakirina dîdareke navdewletî ya hevbeş bo veguhestina welatê ku şer lê berdewam e bir bi qonaxa aştîyê ve, AFP ragihand.

Geir Pedersen, ê ku Kanûna Yekem dest bi kar kir, pêşinyara xwe di beşdarîya xwe ya yekemîn di civîneke Encumena Ewlehî ya NY de da pêş, hevdem ku encumen pir parçebûyî ye têkildarî rewşa Sûrîyayê.

"Hestekî hevbeş heye ku pêşveçûnên li meydanên şer pir hêdî bûne," Pedersen ji encumenê re got. "Tevî wiha jî, alozî pir ji çareserîyê dûr e."

"Dema em biramin ka em çawa pirsên xetimandî çareser bikin û çawa alîkarîya alîyên şer bikin ku proseseke Sûrî bi pêşengtîya Sûrîyan bidin pêş, hewcedarî bi dîdareke hevbeş de, ya ku dewletên mezin tê de bi cidî alîgir bin, heye," wî got.

Pedersen bi bîr xist ku her pênc atrêşên navdewletî yên ku li xaka Sûrîyayê û asmanê wê tev digerin, rojane xeterîya pêxistina şer durist dikin, û bang bo xebatê bo baştirkirina dîyalog û hevkarîya navdewletî kir.

Şander got ku divê komîteyeke dariştina makzagonê ya baş bi şêwir were avakirin di demeke herî nêz de were pêkanîn, bo xweşkirina zemînê bo birêveçûna hilbijartinan li Sûrîyayê, tevî ku nakokî li dor lîstên başdarvanan hene.

"Ez baş dizanim ku divê ev alozîya li Sûrîyayê bi dawî were, ji ber ew di berjewendîya Sûrîya, herêmê û tevahîya cîhanê de ye," Pedersen ji encumenê re got. "Ez dizanim ku hûn hemû asta hestyarî û zehemetî ya erkê min dizanin."

Dê şerê Sûrîyayê di meha Adarê de têkeve sala xwe ya nehem, û di encamê de 360,000 kes hatine kuştin û nîvê xelkê vî welatî koçber bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500