Nûçeyên Iraqê

Swêd bo tawankirina endamtîya komên terorîst dikeve tevgerê

Swêd roja Pêncşemê (28ê Sibatê) bo tevlîbûna rêxistinên terorîst weke tiştekî ne qanînî bide nîşankirin kete tevgerê, hevdem hikumet dixwaze çekdarên tundrew ên vegerîyane welatê xwe ceza bike, AFP ragihand.

Qanûna nû, ya ku tê payîn di meha Tebaxê de were pêkanîn, dê bihêle em gelekan ji wan darizînin bêhtir ji aniha, wezîrê dadwerîyê Morgan Johanson got.

Tevî wisa, qanûndanîn dê tiştên berê nehundirîne û herwiha nikare li ser dehan çekdarên ku vegerîyane Swêdê pêk bîne.

Hikumetê qanûnên dijî teror xurt kiriye piştî êrîşa kamyonê ya kujer a di 2017an de ji hêla penaberekî Uzbekî hatibû pêkanîn.

Li gorî qanûnên heyî, Swêd nikare çekdarên bîyanî darizîne tenê eger karibe îsbat bike ku wan tawanên ku Lihevkirina Cinêvê binpê dikin darizîne.

Dora 300 Swêdî tevlî komên tundrew bûne weke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîya û Îraqê ji 2012an ve, li gorî çavkanîyên ewlehî.

Desthilatan got li wê çaxê ve nîvê wan vegerîyan lê hîna 100 kes di nav şer de ne û 50 kes ji wan hatine kuştin.

Li jêr guhertinên pêşnyarkirî, dê bibe tiştekî ne qanûnî eger kesek bibe beşek, an destekek an rêxistinên terorîst ên qedexekirî serbaz bike.

Hikumetê roja Pêncşemê got ku tawan dê hikumê wan heta şeş salan bê birîn.

Herwiha, dê hikum li ser wan kesên ku derkevin derveyî Swêdê bo şerkirinê û bo fînanskirina rêxistinên terorîst bê birîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500