Nûçeyên Iraqê

Fransa û Australya pêşeroja hevpeymanîya Sûrî bi Emerîkayê re giftûgo dikin

Fransa û Australya roja Sêşemê (26ê Sibatê) pêşwazîya biryara Amerîkî ku leşkeran li Sûrîyayê bihêle kir, dibêjin ew dê pêşeroja hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" bi Amerîka re dike nîqaş bikin, AFP ragihand.

"Em dikarin tenê pêşwazîya biryara Amerîka bikin ku ew dê leşkerên xwe li bakur û rojhilatê Sûrîyayê bihêle. Tiştê aniha girîng cîbicîkirina vê biryarê ye," Wezîrê Fransî yê Karê Derve Jean-Yves Le Drain got piştî giftûgoyên li Parîsê bi hemkarê Ustralî re Marise Payne.

"Em bendewarîya niqaşa şertûmercên cîbicîkirina vê biryarê bi Amerîkayê re dikin," wî got.

Payne got ku Ustralya endamekî sabit bû di hevpeymanîyê de, û wiha dewam kir: "Divê çi ji dest me derkeve em bi hevkar, hember û hevalbendên xwe re bikin."

Herwekî ku hevpeymanî xwe amade dike da ku dest deyne ser asêgeha dawî ya DAIŞê li Sûrîyayê, giftûgo berdewam in bê çawa aştî û aramîyê li devrên rizgarbûyî peyda bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500