Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewleke derbasbûna bi dizî ji alîyê Sûrîyayê vala derxistin

Hêzên Îraqî hewleke çend çekdarên "Dewleta Îslaîm" (DAIŞ) a derbasbûna xaka Îraqê ji alîyê Sûrîyayê ve têk birin, berpirsyarekî serbazî yê Îraqî li parêzgeha Enbarê Sêşemê (26ê Sibatê) ragihand.

"Heft milîtanên DAIŞê yên tê payên ku ji şerên li Baxoza Sûrîyayê direvîn hewl dan şeva borî derbasî Îraqê bibin, lê rê li ber wan hat girtin û ew neçar bûn vegerin [bo Sûrîyayê]," eqîd Mazin Husên Obêdî ji Fermandarîya Operasyonên Cezîra û Badîyayê ragihand.

Wî daxuyand ku endamên DAIŞê yên direvîn hewl didin ku sînor derbas bikin daku xwe li deverên kendûkozên wan sext veşêrin, û da zanîn "û hêzên Îraqî jî hewl didin rê li ber vê yekê bigirin".

Obêdî da zanîn ku hevpeymanîya navdewletî vê dawîyê kamîrayên bi germahîyê dixebitin û alavên hestbarî yên pêşketî pêşkeşî hêzên Îraqî kirin, û ev yek alîkarîyê di kifişkirina hewlên derbasbûna bi dizî di sînor re dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500