Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke kujêner dibe sedema bêwarbûyîna bi hezaran li Idliba Sûrîyayê

Bi hezaran kes bêwar bûn û bi dehan kes hatin kuştin di yek ji xerabtirîn binpêkirinên ji rêkeftina şikeve re li bakurê rojavayê Sûrîyayê, AFP Sêşemê (26ê Sibatê) ragihand.

Êrîşên k komeke tundrew li ser sînorê parêza Idlibê pêk anî 20 leşkerên rejîmê û çekdarên hevalbendên wê kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Qurbanî jî pênc leşkerên rejîmê û çekdarên milîsên alîgirên wê bûn, ku Sêşemê li nêzî zoneke veqetîner li derdora navçeya li jêr kontrola opozîsyonê li Idlibê hatin kuştin.

Rewangehê got ku êrîşên bi pêşengtîya Huras el-Dîn, a ku ser bi Qaîdayê ve ye, pêk hat.

Herî kêm neh tundrew di pevçûan de hatin kuştin, pevçûnên ku herî xwînrêj bûn ji dema gihiştin bi rêkeftinekê di meha Îlonê de li hember rêgirtin li ber êrîşeke berfireh a rejîmê.

Bordumanên rejîmê li nêzî Xan şêxûn, li parêzgeha Idlibê, du sivîl jî Sêşemê kuştin, û wiha hejmara sivîlan hatine kuştin ji 9ê Sibatê de gihişte 42 kesan, li gorî Rewangehê.

"NY pir nîgeran e ji ber selametî û parastina bi hezarên kesên ku vê dawîyê ji Xan Şêxûnê bêwar bûne paş zêdebûneke di kiryarên dijminahî de li navçeyê," David Swanson, peyvdarê Ofîsa Herêmî ya NY bo Alozîya Sûrîyayê li Emanê ragihand.

Wî got ku 7,033 jin û zarok û mêr ji Xan Şêxûnê di navbera 1 û 21ê Sibatê de bêwar bûne.

Piranîya wan berê xwe dan taxên nava Idlibê, û dora 152 kesan berê xwe dan bajarê Efrînê li parêzgeha Helebê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500