Nûçeyên Iraqê

Serokê Sûrîyayê bi rêberê bilind ê Îranê re li Tehranê dicive

Serokê Sûrîyayê Beşar Esed ligel rêberê bilind ê Îranê, Ayetulah Elî Xamenî Duşemê (25ê Sibatê) civîya di yekem serdana xwe de bo wî wlatî ji dema destpêkirina şer Sûrî, AFP ragihand.

Di civînê de, Esed sepasdarîya xwe ji Îranê re bo hemû tiştê wê ji bo Sûrîyayê di heyma heşt salan ji şer de kiriye anî ser ziman, li gorî daxuyanîyeke serokatîya Sûrîyayê.

Xamenî ji Esed re got ku "Îran alîkarîkirin bi hikûmet û gelê Sûrîyayê re weke alîkarîkirin bi tevgera berxwedanê raçav dike û ew ji nava dilê xwe bi vê serfiraz e", malpera wî ya fermî ragihand.

Wî Esed weke "qehremanê cîhana Erebî bi nav kir" û got ku lehengîya wî "berxwedanî bihûztir û birûmetir kir".

Wêneyên ku malpera fermî ya Xamenî belav kirine nîşan dan ku fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) lîwa Qasim Sulêmanî di civînê de amade bû.

Esed di serdana xwe de bi Serokê Îranê Hesen Rûhanî re civîya.

Şam û Tehranêpakêtek ji rêkeftinan di dawîya Kanûna Duyem de wajû kirin, di nav de "rêkeftineke hevkarîya aborî" ya bo demdirêj

Di demekê de ku şerê Sûrîyayê kem dibe, Îranê li rêyan digere bo parastina bandora xwe bi rêya kontrola rasterast ji aborîyê re, şirovekar jî dibêjin ku dê ev yek ziyanê bigihêjîne Sûrîyayê û bijareyên wê yên girêdana rêkeftinan bi welatên din re kêm bike, bi taybetî ku sizayên navdewletî li ser Îranê hatine sepandin.

Yekane serdana din a Esed bo derveyî Sûrîyayê, ji dema destpêkirina şer ve di Adara 2011an de û êrîşên hovane yên hêzên wî pêk anîne, bo Rûsyayê bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500