Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşeke DAIŞê li ser parzûngehekê li Selahedînê têk dibin

Hêzên ewlekarî yên Îraqî êrîşeke terorî ya endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li dijî parzûngeha Selahedînê têk birin, fermandarîya polîsê Selahedînê Duşemê (25ê Sibatê) eşkere kir.

"Roja Dûşemê çekdaran gule berdan dergehê serekî yê parzûngeha Selahedînê li başûrê-rojhilatê Tikrîtê û herwiha xebatkarekî asayîşa sazîyê," serokê polîsê Selahedînê, lîwa Qendîl Cibûrî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku bersiva êrîşkeran hat dayîn, û sê ji wan -- di nav de kesekî ku kembereke teqîner li xwe kiribû -- hatin kuştin, û da zanîn ku hêzeke taybet hat pêkanîn bo lêgerîna li êrîşkerên din ên ku ber bi çiyayê Mekhûlê ve reviyan.

"Erebeyeke çar palder jî di operasyonê de hat wêrankirin," wî got.

"Terorîst endamên DAIŞê ne," wî got, û da zanîn ku nasnameyên sê kesan ji terorîstên ku hatine kuştin hatine naskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500