Nûçeyên Iraqê

QSD jin û zarokan ji asêgeha DAIŞê rizgar dike

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) sivîl ji dawîn beşê di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li Sûrîyayê veguhestin, AFP Înê (22yê Sibatê) ragihand.

Bêhtir ji 40 kamyonan ku zilam, jin û zarokan bar dikirin ji molgehê derketin roja Înê di duyemîn derketina berfireh de, di heyama sê rojan de.

Hat pirsîn ku rewş di hundirê dawîn asêgehên DAIŞê de çawa ye, xortekî bersiv da: "Ne baş e".

Peyvdarê QSD Ednan Efrîn got bêhtir ji 2,000 kes hîna di hundirê molgehê de ne, û tê payîn ku gelek kamyon herin wan ji wir derxînin.

Efrîn dîyar kir ku hema derxistina sivîlan bi dawî bibe, QSDê dê dawîn çekdarên DAIŞê yên di kêmtir ji kîlometreke çargoşe de asê mane biqewitîne.

"Gava sivîl derkevin, em dê binêrin ka çi qas sivîl û çekdarên DAIŞê di hundir de mane û ew çi dixwazin bikin," wî got. "Ew dê rastî du bijarteyan bên: şer an xweradestkirin."

Sibeha Înê, peyvdarê QSDê Mistefa Balî got ku ew hêvî dike derxistina sivîlan roja Şemîyê bi dawî bibe.

QSDê 3,000 kes roja Çarşemê derxistin lê belê kamyon roja Pêncşemê nîv vala hatin.

Balî anî ziman ku di teftîşê de hat xuyakirin ku piranîya kesên roja Çarşemê hatine derxistin bîyanî bûn.

Wî destnîşan kir ku "piranîya wan Îraqî û ji welatên Yekîtîiya Sovyetê ne, lê herwiha Ewropî jî di nav wan de hene."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500