Di teqîna otombîlekê de, Pêncşemê (21ê Sibatê) 20 kes hatin kuştin, di nav de 14 xebatkarên neftê, li nêzî bingeheke Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), a ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike li rojhilatê Sûrîyayê, li gorî raporteke AFP.
"Teqandina otmbîlê li gundê Şihêlê ji dûr ve hat pêkanîn", li gundê ku li nêzî zevîyeke neftê ku QSDê wê ji xwe re weke bingeh bi kar tîne, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.
Rewangehê got ku şeş leşkerên erkê xweparastinê yên hevbendîya Kurdî- Erebî hatine kuştin dema ku wan xebatkarên neftên bi navgînan ji zevîyên neftê yên Omerê derdixistin.