Nûçeyên Iraqê

Sîpeyeke DAIŞê "şok" dibe piştî Brîtanya welatîbûyîna wê jê kişand

Sîpeyeke Brîtanî ku tevlî refên "Dwleta Îslamî" (DAIŞ) bûbû di 2015an de roja Çarşemê (20 Sibatê) got ku ew ji biryara hikumetê mat maye gava welatîbûyîna wê jê kişand, AFP ragihand.

Şeyma Bêgum, ku aniha dixwaze vegere welatê xwe piştî zaroka xwe li kampeke penaberîyê li Sûrîyayê dawîya heftîya borî danî, got ku ev yek "ne adil e."

"Ez hinekî mat mam," Bêgum ji ITV re got piştî naskirina tiştê ku wezareta hundir a Brîtanî di peyamekê de ji dayîka wê re li Londonê gotibû.

Çarenûsa Bêgum nakokîyek çêkir gava ew û du hevalên xwe ji rojhilatê Londonê revîyan û tevlî DAIŞê bûn berî çar salan, ku wê çaxê ew bi tenê 15 salî bû.

Ev babet ronahîyê dibe ser pirsgirêkeke ku rastî piranîya dewletên Ewropî tê, ku dibin du beş, yên dihêlin tundrew û kesên bi DAIŞê re vegerin welat da wan ceza bikin û yên ku wan red dikin ji ber sedemên têkildarî ewlehîyê.

Peyvdareke wezareta hundir roja Sêşemê got ku wezaret dê tu tiştî derbarê babetên tekane nabêje, "lê her biryarên ku kesan ji welatîbûyînê bêpar bikin xwe dispêrin delîlên heyî û ne bi awayekî cidî tên standin."

Wê anî ziman ku wezîrê hundir Sacid Javid li ser "aramî û ewlehîya Brîtanyayê û xelkên li vir dijîn" bi israr e.

Peyama wezaretê dîyar kir ku ji mafê Bêgum e ku babetê berdewam bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500