Nûçeyên Iraqê

Karwaneke jin û zarokan ji dawîn asêgeha DAIŞê li Sûrîyayê derdixe

Karwaneke ku ji gelek kamyonan pêk tê roja Çarşemê (20ê Sibatê) bi dehan kes ji dawîn asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê derxist, AFP ragihand.

Dora 15 kamyonan zilam, jin û zarokan ji dawîn beşê di destê DAIŞê de li rojhelatê Sûrîyayê vediguheztin. Hejmara deqîq û nasnameyên wan nehatin eşkerekirin.

Karwan di devereke Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ên ku şerê rêxistinê dikin re derbas bû piştî dawîn şerên li dijî DAIŞê li gundê Baxozê, li nêzî sînorê bi Îraqê re.

Peyvdarê QSD Mistefa Balî ragihand ku kamyonan beşê yekem ê sivîlan derxistin lê hîn hinek di hundir de mane.

Balî got "piştî gelek rojan ji hewldanê, me îroj karî beşê yekem derbixin."

Wî dîyar kir ku hejmara kesên ji asêgehê derketine, gava karwan bigihêje nêzî rêbendeke pişkinînê ya QSDê dê were zelalkirin.

Wî destnîşan kir ku "em nizanin gelo çekdarên DAIŞê di nav wan de hene yan tune ne, em dê di teftîşê de vê yekê nas bikin."

Bi piştevanîya balafirên hevpeymanîya navdewletî, QSD çekdarên DAIŞ di hundirê kêmtir ji kîlometreke çargoşe de li Baxozê dorpêç kiriye.

QSD di çend rojên dawî de bipêşveçûyîna xwe hêdî kir daku sivîlan biparêze berî êrîşa dawî bibe ser rêxistinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500