Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê digirin

Sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin girtin û veşartgehek hat wêrankirin di du operasyonên cuda de, yên ku hêzên Îraqî yên hevbeş li biyabana Enbarê, li rojavayê navenda parêzgehê Remadî, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Pêncşemê (14ê Sibatê) ragihand.

Hêzên Îraqî odeyeke li jêr erdê ku qulên derbasbûna hewayê tê de hebûn û herwiha cihekî depokirina xwarinê, çekan û sûtemenîyê li navçeya Wadî Ebyed hat wêrankirin, fermandar lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di operasyoneke cuda de li navçeya Kîlo 160, "sê terorîst, di nav de kesekî dihat xwestin, ku di otombîlekê de bûn ji alîyê balefirekê ve tevgera wan hat şopandin û paşê hatin girtin".

"Hêzên Îraqî hewl didin ku her delîvekê li pêş paşmahîyên DAIŞê bigirin daku ew xwe rihet nekin û dîsan xwe birêxistin nekin," Felahî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500