Nûçeyên Iraqê

Çekdarên Birîtanî yên ji Sûrîyayê vegerane rastî hukmê deh salan di zindanê de tên

Welatîyên Birîtanî yên ku demekê li Sûrîyayê man dê werin girtin û dê cezaya deh sal zindan li wan were birîn dema ew vegerin welatê xwe li gorî qanûna dijî terorîzmê de ya nû ya ku parleman derxistiye, AFP Çarşemê (13ê Sibatê) ragihand.

Ajansa hewalgirîyê texmîn dike ku dora bi sedan çekdarên Birîtanî hîn li Sûrîyayê hene, di demekê de ku erdê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pir kêm bûye û rastî nemanê tê.

Qanûna Birîtanî ya nû qanûneke berê ya tundtir e, ew ji desthilatdarîyê dixwaze ku isbat bike ku welatîyên vegeriyane destên wan di çalakîyên terorîst de hebûn dema ew li derveyî welat bûn.

Wezîrê Karê Hundir Sacid Cawîd aniha dê şîyan pê re hebe ku çi devera li derveyî Birîtanyayê weke "devereke destnîşankirî" îlan bike da ku "endamên civakê ji xeterîya terorîzmê biparêze".

Eger kesek serdana van deveran bike dê weke tawan were raçavkirin, bi istisna ew kesên ku "destûr bi wan re heye ku derbas bibin ya lê bimînin".

Di nav wan kesan de kesên ku alîkarîya mrovî, hêzên çekdar, stafê NYê, rojnamevan û ew kesên ku diçine eza yan serdana xizmên xwe dikin.

Dê mehek bi Birîtanîyan re hebe ku ji deverê biçin piştî qanûn hat sepandin, yan jî dibe ku çend meh bin.

Desthilatdarîya Birîtanî dibîne ku zehmet ew wan kesên vedigerin Birîtanîyayê darizîne ji ber tu delîl ligel nînin ku dîyar dikin wan kesan kiryarên tekekes kirine.

Cawîd got ku ev qanûna nû dê bihêle ku hêsantir be "em wan kesên dixwzin zirarê bigihînin me ciza bikin".

Di heman demê de, wezîrê berevanîyê Gavin Williamson îro Çarşemê got ku Birîtanya amade ye ku "çi jê were xwestin bike" da ku gefa ji alîyê DAIŞê ve bênirx bike, piştî Amerîkayê pêşniyar kir ku mîsyoneke navdewletî ya nû li bakur û rojhilatê Sûrîyayê çêke.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500