Nûçeyên Iraqê

Almanya 2 berpirsên berê yên hewalgirîya Sûrî digire

Almanyayê du berpisên berê yên hewalgirîya Sûrî girtin, berpirsên ku bi sûcên êşkencekirin û tawanên li dijî mirovahîyê tawanbar in, AFP Çarşemê ragihand.

Zilamên girtî, Enwer R.(56 salî) û Îyad A.(42 salî) roja Sêşemê li Berlîn û wîlayeta Rayînlend- Palatînantê hatin girtin. Herdu di 2012an de ji Sûrîyayê derketine, dozgeran got.

Herwiha di roja Sêşemê de, Sûrîyekî din ku tê payîn ew di hewlagirîyê de xebitiye li Fransayê hat girtin di operasyoneke "hevahengkirî" de, dozgerê federal li Karlsloheyê eşkere kir.

"Ji Nîsana 2011an ve herî kêm, rejîma Sûrî dest bi tunekirina hemû çalakîyên dijber ên li dijî hikumetê kir li seranserî welêt," dadgehê di daxuyanîyekê de got.

"Ajansên hewlagirîyê yên Sûrî roleke sereke di vê yekê de gerandin. Armanc ew bû ku ajansên hewlagirîyê protestan di demeke kurt de rawestînin."

Tê payîn ku Enwer serperiştîya beşekî hewlagirîyê di girtîgehekê de li Şamê dikir, û beşdarî êşkenceya girtîyan bû ji Nîsana 2011an ve heta Îlona 2012an.

Daxuyanîyê dîyar kir ku "Enwer birêveberê beşê tehqîqê bû û operasyonên girtîgehê bi rê ve dibir, di nav de bikaranîna êşkenceya rêxistinkirî û hovane."

Tê payîn ku Îyadê ku berpirsekî berê bû, rêbendine pişkinînê çêkiribû û xwepêşander digirtin, tilîya wî di du kuştinan û êşkenceya dora 2,000 kesan de hebû di navbera Tîrmeha 2011an û Kanûna Duyem a 2012an de.

Di havîna 2011an de, wî rêbendeke pişkinînê li nêzî Şamê çêkir ku dora 100 kesan rojane digirtin û paşê ew dibirin girtîgeha bi birêveberîya Enwer R. û ew êşkence dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500