Nûçeyên Iraqê

Cîgirê serokê Pantagonê di serdaneke nifşkayî de Îraqê tê Îraqê

Cîgirê serokê Pantagonê Patrîk Şanahan serdaneke neragihandî bo paytexta Îraqê pêk anî roja Sêşemê (12ê Sibatê), AFP Çarşemê ragihand.

Şanahan, yê ji Afxanstanê hat di yekemîn sedanan wî de ji deverê re ji çaxa wî ev kar dest pê kiriye, û wî giftûgo bi Serokwezîr Adil Ebdul Mehdî û şêwirmendên serbazî yên bilind re encam dan, û herwiha bi ceneral Paul LaKamera re, fermandarê hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike civiya.

Şanahan paşê got ku hevdîtina bi serokwezîr re "enerjîyeke pir baş" da.

Wî dîyar kir ku "min baş belî kir ku em desthilatîya wan û balkişandina wan a li ser serbixwebûnê nas dikin û ku em bi vexwendina hikumetê li vir hazir in."

Herdu derbarê Îranê de axivîn "bi awayekî ne yekser... di çarçoveya serbixwebûna Îraqê de," wî got, û da zanîn ku Ebdul Mehdî li ser giringîya ku Bexda peywendîne baş bi cîranê xwe û herwiha bi Amerîkayê re biparêze teqez kir.

Berpirsekî payebilind ê Panteqonê di demeke berê de ji rojnamevanên ku bi Şanahan re hatine gotibû ku "hevparbûna sereke û çalakîya serbazî li Îraqê ew misyona jinavbirina DAIŞê ye."

Berpirs anî ziman ku Waşinton zextê li alîgirên xwe dike da welatîyên xwe yên di şerên li dijî DAIŞê de li Îraq û Sûrîyayê hatine girtin vegerînin.

Wî got "em dibêjin divê endamên hevpeymanîyê berpirsyartîya welatîyên çekdar bikin. Ev peyamek bû ku her û her me digihand. Û em bipêşveçûyînekê omîdewar dibînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500