Nûçeyên Iraqê

DAIŞ berevanîyê li dawîn asêgeha xwe li Sûrîyayê dike, û endamên malbatên çekdaran direvin

Çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) helwesteke biçûk û bêhêvî nîşan dan li rojhilatê Sûrîyayê roja Çarşemê (13ê Sibatê), û hevjîn û zarokên wan ji deverê revîyan, AFP ragihand.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) roja Şemîyê êrîşa dawî bir ser çekdarên DAIŞê da ku wan ji terîşa dawîn ya dewleta ku di 2014an de li rûberên berfireh li Sûrîya û Îraqê hatibû ragihandin der bixe.

Bi hezaran kes di "molgeha Baxozê" de li nêzî sînorê bi Îraqê re di rojên dawî de asê mane -- ku piranîya wan jin û zarok bûn, lê tê payîn ku ew jî çekdarên DAIŞê bin.

Bi sedan kes ji ber DAIŞê êvara Sêşemê revîyan, peyvdarê QSDê Mistefa Balî ragihand.

Roja Çarşemê, QSD hêdî hêdî ber bi sedan tundrewan ve çû.

Balî anî ziman ku "me çeperên ku di herdu rojên borî de di şerê ku DAIŞê anîbû ser me de, vegerandin. Em bi pêşveçûne û me nuqtene nû rizgar kirine."

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov jî ragihand ku QSD pêşketineke balkêş bi dest xistiye.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku "mayîn li her deverê sektorê hene."

Ebdul Rehman dîyar kir ku "QSD mûşekan diavêje," û herdu alî li derdora gundê Baxozê di nava şerine dijwar de ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500