Nûçeyên Iraqê

6 jinên Êzîdî û zarokên xwe yên ku ji hêla DAIŞê hatibûn revandin, li Mûsilê tên rizgarkirin

Hêzên Îraqî şeş jinên Êzîdî û zarokên wan ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn revandin, li Mûsilê rizgar kirin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî êvara Duşemê (11ê Sibatê) ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku "hêzên ewlekarîyê şeş jinên Êzîdî tev her şeş zarokên wan ku DAIŞê ew revandibûn di heyama kontrolkirina Mûsilê de, rizgar kirin."

Daxuyanîyê dîyar kir ku "operasyon li ser bingeha agahîne hewalgirî yên deqîq pêk hat di hundirê devera berpisyarîya Firqeya 15an de bi hevkarîya sektorên din ên ewlekarîyê."

Daxuyanîyê anî ziman ku jin û zarok bi selametî vegerîyan malbatên xwe li Şengalê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500