Hêzên Îraqî çendîn şanên terorîst ku 200 endaman dihundirînin ji hev xistin, ên ku beşdarî operasyonine terorîst di salên borî de bûne, Ajansa Dijî Terorê û Hewlagirîyê ya Enbarê Duşemê (11ê Sibatê) ragihand.
Endamên şanan beşdarî bidarvekirina dora 700 endamên êla Sunî ya Ebû Nemir di navbera 2014 û 2015an de bûne.
Herwiha beşdarî kuştina leşkerê Îraqî yê bi navê Mistefa Aserî bûn û termê wî bi pirekê li Felûcayê daleqandin, birêveberîyê di daxuyanîyekê de got.
Daxuyanîyê dîyar kir ku endamên şanê otombîline bombebarkirî û bombene bidestçêkirî yên ku sivîl û hêzên ewlekarîyê dikin armanc teqandine.