Nûçeyên Iraqê

Rûsya 27 zarokên DAIŞê ji Îraqê "vedigerîne"

Komeke ji 27 zarokên Rûsî yên ku dayîkên wan li Îraqî zindanî ne ji ber têkilîyên wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) gihiştin Rûsyayê Yekşemê (10ê Sibatê), AFP ragihand.

Zarok gihiştin Balefirgeha Ramenskoye, li nêzî Moskoyê, êvara Yekşemê, peyvdarê Wezareta Rewşên Awarte ji Ajansa Nûçeyan a TASS re ragihand.

"Bîst û heft zarokên Rûsî ji Bexdayê hatin wergirtin," berpirsekî Wezareta Derve ya Rûsyayê eşkere kir.

Sih zarokên din bo Moskoyê hatin şandin di dawîya Kanûna Yekem de.

Heman berpirsî ragihand ku bavên wan zarokan hatin kuştin di şerên di navbera hêzên Îraqî û DAIŞê de.

Ana Kuznetsova, şandera Rûsyayê bo mafên zarokan ev nûçe piştrast kir, li gorî Ajansa TASS.

Wê got ku her 27 zarok temenên wan ji çar heta bi 13 salan in û ew ji 10 herêmên cuda yên Rûsyayê ne.

Kremlin di destpêka Kanûna Duyem de ragihand ku 115 zarokên Rûsî yên temenên wan li jêr 10 salan in -- û heşt zarokên temenên wan ji 11 heta bi 17 salan in -- li Îraqê ne.

Yasaya Îraqî rê dide girtîyan ku zarokên xwe heta temenê sê salan bi xwe re bihêlin, lê pişt re divê zarok ji xizman re werin radestkirin.

Di meha Mijdarê de, Xêda Saratova -- ku şêwirmendeke serokê Çaçnya Remzan Kedîrov ve -- got ku "dora 2,000" jinbî û zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî li Îraq û Sûrîyayê ne.

Dora 100 jin û zarok -- bi piranî ji komarên Qefqasê -- heta aniha vegerane bo Rûsyayê.

Dora 4,500 welatîyên Rûsî çûne derveyî welat bo "di nava rêzên terorîstan de" şer bikin, Ajansa Hewlagirîya Rûsyayê ya bi navê FSB sala par eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500