Nûçeyên Iraqê

QSD 63 endamên şanên razayî yên tundrewan digire

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Pêncşemê (7ê Sibatê) ragihand ku wê 63 kes ku tê payîn çekdarên DAIŞ bin, li bajarê Reqaya Sûrîyayê di opersyonekê de li dijî şanên razayî girtin, AFP ragihand.

Di daxuyanîyekê de, QSD ragihand ku girtî endamên "şanin terorîst in ku ew berpirs in ji belavkirina terorê û tevlihevîyê " li bajêr.

Herî kêm 48 kesên guman heye endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) in di nav girtîyan de bûn, li gorî serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdul Rehman.

Rewangehê got ku girtin di çarçoveya operasyoneke ramaliştinê li dijî şanên razayî yên DAIŞê li navçeya li jêr kontrola QSD de tê.

Li gorî Rewangehê, şanên razayî yên DAIŞê herî kêm 50 sivîl û 135 şervanên QSD teror kirin, li navçeyên rojhilatî yên Dêra Zorê, gundewarê Hesekê, Reqa û Minbicê ji meha Tebaxê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500