Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê û 6 alîkarên wî li Kerkûkê tên kuştin

Endamekî payebilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tev şeş alîkarên wî di operasyonekê de li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin, Şana Falkon a Hewalgirîyê ya girêdayî Wezareta Hundir a Îraqî di daxuyanîyekê de ragihand.

Daxuyanîyê got ku "bi hevkarîya hêzên Hevpeymanîya Navdewletî, hêzên me misyonek li Rîyadê li parêzgeha Kerkûkê pêk anîn, û Brahîm Xelîl Hemîd, ê bi navê Ebdul Zubêr tê naskirin kuştin".

Daxuyanîyê dîyar kir ku Hemîd "emîrekî" DAIŞê bû û serperiştîya rahînankirina endamên DAIŞê li "wîlayeta Kerkûkê" (parêzgeha Kerkûkê) dikir.

Daxuyanîyê destnîşan kir ku "yê terorîst û her şeş endam carê mal û burcên kehrebê bi rêya bikaranîna bombeyên bidestçêkirî diteqandin," û da zanîn jî ku wan xebatkarên ewlehî û kesayetên netewî dikirin armanc.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500