Nûçeyên Iraqê

Amerîka soz dide berdewam be di şerê DAIŞê de paş binketina giştî

Amerîkayê Çarşemê (6ê Sibatê) soz da ku berdewam be di rûxandina bi yekcarî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, û Serok Donald Trump got ku dê tundrew di demeke nêz de dawîn molgeha xwe li Sûrîyayê wenda bikin.

Trump bi berpirsyarên bêhtir ji 70 dewletan re civîya, yên hatine Waşintonê bo nîqaşkirina planên bê yên cenga li dijî DAIŞê, AFP ragihand.

Di gotarekê de li Wezareta Derve, Trump got ku hêzên bi rêbertîya Amerîkayê û hevalbendên wan ên Kurd "heme bibêje hemû navçe" ji tundrewan rizgar kir, tundrewên ku rûbereke pir berfireh ji xaka Sûrîya û Îraqê kontrol kiribûn.

Trump got ku "divê em heftîya bê rabighînin ku me 100%" ji xaka li jêr kontrola DAIŞê rizgar kir.

"Paşmahî ne -- bi tenê paşmahîyên wan mane -- lê dibe ku ev paşmahî pir xeternak bin," Trump daxuyand.

"Piştrast bin, em dê her tiştî bikin bo binxistina her bihustekê û her kesekî ji dînbûyîna DAIŞê û em dê berevanîya gelê xwe bikin li dijî terora îslama radîkal," wî got.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas voiced anî ser ziman ku Trump zelal kir ku vekişandina hêzên wî ji Sûrîyayê "nayê wateya ku Amerîka dê dest ji rola xwe ya pêşeng di şerê li dijî DAIŞê de berde".

"Aniha pir girîng e ku em di heftîyên bê de nîqaşê li dor çawanîya rêxistinkirina vê yekê û dîyarkirina erkdarîyên her alîyekî bikin," Maas ji rojnamevanan re ragihand.

Hevdem, raporteke tîma çavdêrîkirina sizayên NY ku ji Encumena Ewlekarî re roja Çarşemê hat pêşkêşkirin dîyar kir ku dora 14,000 heta bi 18,000 çekdarên DAIŞê li Sûrîya û Îraqê hene, û 3,000 ji wan çekdarên biyanî ne.

Raportê got ku serokatîya DAIŞê kêm bûye û bûye komeke belavbûyî û "ew hinek çekdaran araste dike ku vegerin Îraqî û tevlî tora wê li wir bibin" bi merema "parastin, xurtkirin û xwerêxistinkirin li devera bingehîn".

"Eger ev yek serkeftî be, dibe ku DAIŞ dîsan giranîya xwe bibe operasyonên terorî yên li derve, lê aniha karîna DAIŞê tune ye ku êrîşên navdewletî pêk bîne," raportê daxuyand.

Raporta şirovekarên NY bi piranî li ser bingeha agahîyên ku dewletên endam di NY de pêşkêş kirine hatiye dariştin û ew heyama di navbera Tîrmehê û Kanûna Yekema 2018an de dide ber xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500