Nûçeyên Iraqê

Serokwezîrê Îtalî şerê li dijî DAIŞê bi berpirsine Îraqî re giftûgo dike

Serokwezîrê Îtalî Ciyosîpî Kontî roja Çarşemê (6ê Sibatê) serdana Bexdayê kir, û bi hevkarê xwe Adil Ebdul Mehdî re û Serok Berhem Salih re civîya bo nîqaşkirina rewşa şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP ragihand.

Kontî ji rojnamevanan re ragihand ku "xebatên Îraqî bo têkbirina DAIŞê sereke ne."

Kontî dîyar kir ku "lê divê em zanibin ku hîna DAIŞ gefeke mezin çêdike ku baldarî û komxebatek jê re pêwîst e.

Kontî û berpirsine Îraqî herwiha nûavakirina aborî û parastina mîrata çandî ya Îraqê giftûgo kirin.

Serokwezîrê Îtalyayê got ku welatê wî "di perwerdekirina polîsê Îraqî de" alîkar e û tecrubeyên xwe bo alîkarîya UNESCO pêşkêş dike da ku parastina gencîneyên dîrokî bike li welatekî ku pênc deverên kevnar ên navdewletî dihewîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500