Pênc endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê bajarê Remadîyê li parêzgeha Enabrê hatin girtin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê Çarşemê (6ê Sibatê) ragihand.
Operasyon ji hêla Yekîneya Hewalgirîyê ya firqeya 10an a artêşa Îraqî ve piştî çend rojan ji çavdêrîyê pêk hat, lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re eşkere kir.
Felahî dîyar kir ku kar û erkê şanê "çandina bombeyên bidestçêkirî, pêkanîna operasyonên sekvanîyê û kuştinê li Xalidîyê ya ku 20 kîlometreyan li rojhilatê Remadîyê ye, bû".
Felahî anî ziman ku "herwiha terorîst beşdarî şerên li dijî hêzên ewlekarîyê bûne li gelek deveran."