Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewleke birina neftê bi qaçaxî bo derve têk dibin

Hêzeke Ajansa Ewlekarîya Niştîmanî ya Îraqî, bi hevahengî ligel Komîsyona Destpakîyê, dest danî ser tankereke neftê ku 119 ton ji nefta sipî hildigirt bo birina bi qaçaxî bo derveyî Îraqê, Wezareta Berevanîyê Duşemê (4ê Sibatê) ragihand.

Keştîya barkirî li bendera Um Qesir li başûrê Îraqê hat desteserkirin.

"Destdanîn [li ser bar] û girtina tîma tankerê li ser bingeha delîlên teqez dikin ku serokê komîteya çavdêrîyê ya bendera Um Qesir di sextekirina belgeyan de cih girtiye bo hêsankirina operasyonên qaçaxîyê hatin encamdayîn," wezaretê eşkere kir.

Wezaretê ragihand ku kesên gumanbar radestî alîyên pêwendîdar hatin kirin bo rêkarên yasayî di derheqê wan de bên standin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500