Nûçeyên Iraqê

Amerîka daxwazê ji dewletan dike ku tundrewan vegerînin, hevdem ku ew hazirîya vekişînê dike

Amerîka dewletên din Duşemê (4ê Sibatê) han dan ku bi sedan çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê vegerînin welatên wan, AFP ragihand.

Hevalbendên Amerîkayê ev bi heftîyan in ku bêçare mane çi bikin ji çekdarên biyanî yên ku di şer de ji bal Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ve tên girtin, bi taybet ku QSD hişyarî da ku dibe ew nikaribin ku pasvanîya van girtîgehan bikin eger hêzên Amerîkî vekişin.

"Amerîka bang li welatên din dike ku welatîyên xwe yên ku QSD ew girtin û ew xebatên QSD ên berdewam ên têkildarî vegera van çekdarên biyanî yên terorîst bo welatên wan ên resen bilind dinirxîne," peyvdarê Wezareta Derve Robert Paladino di daxuyanîyekê de ragihand.

"Tevî rizgarkirina xaka li jêr kontrola DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê, DAIŞ dimîne gefeke terorî ya mezin û xebatên bihevreyî pêwîst in bo çareserkirina vê tehedîya ewlehî ya navdewletî ," Paladino got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500