Nûçeyên Iraqê

NY avakirina 359 xanîyan li Mûsilê fînans dike

Kampanîyek hatiye destpêkirin bo avakirin û nûkirina bi sedên xanîyên wêranbûyî di dema kontrolkirina rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Bajarê Kevin ê Mûsilê re, serokê komîteya nûavakirinê di encumena parêzgeha Nînewayê de, Muzahim Xeyat, Duşemê (4ê Sibatê) ragihand.

"Programa Geşesendinê ya NY (UNDP) dest bi avakirin û nûkirina 359 xanîyan li Bajarê Kevin kir û qewl e karê xwe di heyama 90 rojan de biqedîne," Xeyat di daxuyanîyekê de got.

Wî dîyar kir ku xanîyên ku dê bêwar vegerin wan, bi piranî li taxên Meydan, Şehwan, Farûq Qedîma, Farûq Cedîda û Zincilî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500