Nûçeyên Iraqê

NY daxwaza gihiştina alîkarîyên mirovî bo rojhilatê Sûrîyayê dike

NY Înê (1ê Sibatê) bang bo "gihiştina alîkarîyên mirovî bê astengî" bo xelkên ku ji dawîn molgeha çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) reviyan li rojhilatê Sûrîyayê dike, AFP ragihand.

Tenê di heftîya borî de, 10,000 kes ji zona şer revîyan û gihiştin Holê, navçeya ku kampa serekî ya bêwarên ji ber şerê li dijî DAIŞê li wir dijîn.

"Ajansên mirovî daxwaz ji hêzên ku navçeyê kontrol kirine ku cihekî transît durist bikin bo gihandina alîkarîya mirovî ya pêwîst bo Holê," Andrej Mahecic, peyvdarê Komîsyona Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) ragihand.

Wî dîyar kir ku hîna bangewazî "bê bersiv maye".

Navçe li jêr kontrola Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) e, û ew aniha şer dibe ser asêgehên DAIŞê yên li nêzî bajarokê Hecînê li gelîyê Çemê Feratê.

UNHCR dibêje ku malbatên ji Hecînê direvin qala rêbwarîyeke bizdêner dikin, "rêbwarîyeke di nav mînan re û di nava şer re".

Dema ew dighêjin xalên QSD, "ew li lorîyan tên barkirin û rûbirûyî rêwîtîyeke din dibin di keşûhewaya zivistanê de heta ku ew digihêjin kampa Holê. Yan alîkarîyeke kêm yan jî tiştek ji xelkê sermagirtî û birçî re, ku piranîya wan jin û zarok in nayê dabînkirin", UNHCR ragihand.

Ji destpêka Kanûna Yekem ve, herî kêm 29 zarokên biçûk di rê de yan paş demeke kurt ji gihiştina wan bo kampê mirin, li gorî NY.

"Em bagewazîyên xwe yên bo gihandina alîkarîyan bê astengî dubare dikin, Pir girîng e ku tîmên me karîbin alîkarîya mirovî ya herî bingehîn pêşkêş bikin, bi taybetî di van rojên pir sar de," Mahecic got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500