Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî du endamên DAIŞê li Kerkûkê girtin

Du ndamên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) di operasyonekê de hatin girtin li parêzgeha Kerkûkê roja Pêncşemê (31ê Kanûna Duyem), Wezareta Berevanîyê ya Îraqî îro Înê ragihand.

"Hêzên Polîsê Federal li parêzgeha Kerkûkê operasyoneke lêgerînê li zincîra çîyayî û li gundên Kenak, Mensîya û Matiq li başûr û rojavayê kerkûkê cpêk anîn," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Du tunelên û du veşartgeh DAIŞê de, ku mûnet û teqemenî dihewandin, di operesyonê de hatin wêrankirin, daxuyanîyê got.

Operasyona ku ji alîyê hêzên ewlekarî yên hevbeş ve hat cîbicîkirin, beşek ji planeke berfireh e bo "malaştina gundên çîyayî û dûrdest li başûr û rojavayê Kerkûkê û rêgirtin li ber bermahîyên DAIŞê ku careke din xwe bidin hev", wezaretê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500