Nûçeyên Iraqê

2 jinên Êzîdî, keçek ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin li Sûrîyayê

Du jinên Êzîdî û keçek ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew revandibûn di sala 2014an de li Sûrîyayê hatin rizgarkirin, Ofîsa Êzîdîyên Revandî Çarşemê (30ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Ofîsa me du jin rizgar kirine -- ya yekem 30 salî ye û xelkê gundê Tel Qesab e û ya din 40 salî ye û xelkê Zurafayê -- û keçeke, temen 12 salî ji Tel Qesabê," birêveberê ofîsê Husên Qaidî ragihand.

Ji dema ku ofîs hatiye vekirin, 3,352 mêr û jinên Êzîdî yên revandî hatine rizgarkirin ji eslê 6,417 kesên ku DAIŞê ew li Şengalê girtin roja 3ê Tebaxa 2014an.

"Ew li ser xaka Sûrîyayê hatin azadkirin bi saya xebatên stafê ofîsa me," wî got, û da zanîn ku dema ew bigihêjin Herêma Kurdistanê ew dê "bi xar" ji alîyê malbatên xwe ve bên pêşwazîkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500