Nûçeyên Iraqê

NY: Serma2 9 zarokên ku ji şerê Sûrîyayê revîyane dikuje

Sermayê nêzî 30 zarokan di nava du mehan de kuştin, di nav sivîlên ku ji dawîn molgeha "Dewleta Îslam" (DAIŞ) li rojhilatê Sûrîyayê de revîyabûn, NY Pêncşemê (31 Kanûna Duyem) ragihand.

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO) got ku ew pir ji rewşa koçberên ku dighêjin Holê nîgeran e, ji ber ku kampa sereke ya koçberên şerê DAIŞê li wir, AFP ragihand.

"Herî kêm 29 zarok û yên nûçêbûyî di heyama heşt heftîyên dawî de mirin, bi taybetî ji ber kêmbûna germahîya laş, di rêya hatina bo kampê de yan jî paş gihiştina wan bi demeke kurt," WHO di daxuyanîyekê de got.

Rêxistinê destnîşan kir ku dora "23 hezar kes, nemaze jin û zarok ên ji şerê li gundewarên Dêra Zorê revîyane, di wê demê de gihaştin kampê.

Kurd û êlên Ereb ên xwecihî ku hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wan dike, şerî dawîn molgehên DAIŞê li nêzî bajarokê Hecînê li newala Çemê Feratê dikin.

WHO dîyar kir ku "gelek ji wan dimeşîyan an jî di kamyonên servekirî de bi şev û rojan di rê de man, di atmosfîra pir cemidî de."

Rêxistinê got ku her tim koçber bi saetan li çolan dimînin heta hêzên QSD wan teftîş bikin, û piştrast bibin ku tu tundrew di nav wan de tune ne.

Ajansa tenduristîyê ya NY got ku rewşa Holê gerekdarî alîkarîyên mirovî yên lezgîn e û divê alîkarî bêyî tu astengî werin.

Daxuyanîyê got ku "aniha rewş li kampê dijwar e. Hejmara niştecihên wê bi sê qatan (ji 10,000 heta 33, 000 kesan) di kêmî du mehan de bilind bûye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500