Nûçeyên Iraqê

Bordumana rejîmê Sûrîyayê 11 kesan li Idlibê dikuje

Bordumana rejîma Sûrîyayê herî kêm11 kes Sêşemê (29ê Kanûna Duyem) li parêzgeha Idlibê kuştin ku neh ji wan sivîl in, li gorî AFP.

Bombebarankirina Maeret Numan paş ku Tehrîr el-Şam bi temamî bajarok kontrol kir hat, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Yazdeh kes -- di nav de neh sivîln,ku du ji wan zarok in -- hatine kuştin bi agirê topxaneya" hêzên rejîmê, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî daxuyand ku ev yekem bombebarankirina rejîmê ji Maeret Numan re ye ji dema ku rêkeftineke agirbestê di 17ê Îlonê de hatibû wajûkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500