Nûçeyên Iraqê

Sûrîya û Îranê rêkeftineke aborî ya "girîng" wajû dikin

Sûrîya û Îranê roja Duşemê (28ê Kanûna Duyem) 11 muzekerenme wajû kirin di nav de rêkeftineke "hevkarîyeke aborî ya stratîjî ya dem-dirêj" bi armanca bihêzkirina hevkarîya di navbera Şamê û yek ji hevalbendên wê yên girîng de, AFP ragihand.

Rêkeftin gelek waran didin ber xwe di nav de aborî, çand, perwerdahî, jêrxane, weberanîn û vehewandin, li gorî raporteke Ajansa Nûçeyan a Fermî SANA.

Ew hatin wajûkirin di serdaneke Cîgirê Yekem ê Serokê Îranê Eşaq Cahengîrî de bo Şamê.

Serokwezîrê Sûrî Îmad Xemîs got ku "ev peyameke ji cîhanê re li ser rastîya hevkarîya Sûrî-Îranî", û eşkere kir ku "hêsankarîyên yasayî û îdarî hatin kirin" bo sûdgihandin bi kompanîyên Îranê yên dixwazin ku weberanîna li Sûrîyayê bikin û "bi awayekî kare beşdarîyê di nûavakirinê de bike".

Di nava van rêkeftinan de du rêkeftin di navbera birêveberîyên xetên tirênê yên herdu welatam û herwiha di navbera birêveberîyên handana weberanînê hatin wajûkirin.

Têkildarî jêrxaneyê, çaksazî di benderên Tertûs û Laziqîyayê de hene, ligel projeyeke kehrebeyê bi karîna 540 megawatan, li gorî Xemîs.

Wî daxuyand ku herwiha "bi dehan projeyan di warê neftê û çandinîyê de hene".

Di demekê de ku şerê Sûrîyayê kêm dibe, Îran li rêyênparastina karîgerîya xwe digere bi rêya misogerkirina kontrola aborî, ya ku şirovekar dibêjin ku ew dê ziyanê bigihêjîne Sûrîyayê û dê bijareyên wê yên danûstandina bi welatên din re sînordar bike, nemaze ku sizayên aborî li ser Îranê tên sepandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500