Nûçeyên Iraqê

Parlemana Îraqê budceya sala 2019 erê dike, û ew budceya herî mezin e

Qanûnsazên Îraqî Pêncşemê (24ê Kanûna Duyem) budceya hikûmeta ya 2019an erê kirin, ku bi qasî 111.8 milyar dolaran e û ew mezintirîn budceya dewletê ye, AFP ragihand.

Ew dora 45% ji budceya sala par zêdetir e û pereyên bêhtir bo mûçeyên fermanberên hikûmetê re terxan kirine, di nav de yên Herêma Kurdistanê.

Dora 90% ji budceyê ji dahatên neftê tê.

Îraq pêşbînî dike ku rojana 3.9 milyon bermîlên neftê di sala 2019an berhem bike, di nav de 250,000 bermîl ji Kurdistanê, û buhayê her bermîlekê dora 56 dolar e.

Lê buhayê nefta xav aniha dora 63 dolar e.

Tê payîn ku kêmahî duqat bibe û bigihêje dora 23.1 milyar dolaran, û weberanîn bo 27.8 milyaran zêde bibin.

Reşnivîsa budceyê di Cotmehê de radestî parleman hat kirin lê ji wê demê ve ew bûbû cihê nakokîyeke mezin.

Parlemantarên ji parêzgehên ku şerên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li wan qewimîn rexne li reşnivîsê girtin ji ber ku pereyên pêwîst bo nûavakirina wan navçeyan nehatine terxankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500