Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke bi otombîleke bombrêjkirî Laziqîya asêgeha rejîma Sûrîyayê armanc dike

Otombîleke bombrêjkirî Sêşemê (22yê Kanûna Duyem) li bajarê Laziqiyayê, asêgeha rejîmê ya kenarî, pêk hat û kesek kuşt û çar kesên din birîndar hiştin, li gorî AFP.

"Raportên destpêkî nîşan didin ku otombîleke bombrêjkirî teqiyaye û ajokarê wê hatiye kuştin û çar kese din jî birîndar bûne," Ajansa Nûçeyan a SANA, ya dewletê, ragihand û got ku teqîn li meydana Hemam a bajêr rû daye.

Ajansê daxuyand ku desthilatdarîyan bombeyeke din li heman cihî dîtin û ew bê bandor kirin berîya ku biteqe.

Ajansê dîmenên vîdyo, yên ku otombîleke şewitandî ku ji alîyê tîmên vemirandina agir û leşkeran ve tê dorpêçkirin nîşan dide, weşandin.

Bajarê, ku navenda parêzgeha Laziqîyayê ye, dikeve ser kenarên Deryaya Sipî, û ew bi awayekî berçav ji tundûtûjîya li Sûryayê bi dûr mabû, tundûtûjîya ku herêmên din ên Sûrîyayê wêran kirin ji destpêka şer ve di sala 2011an de.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, teqîn bi rêya alaveke teqîner ku di nava otombîlê de yan li nêzî wê hatibû veşartin qewimîye.

Serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman ji AFP re ragihand ku ajokarê di teqîna xwekujî de hatiye kuştin ne êrîşkarekî xwekuj bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500