Nûçeyên Iraqê

Bêhtir ji 2,000 kesan ji dawîn asêgeha DAIŞê li Sûrîyayê tên derxistin

Bêhtir ji 2,000 kesan di nav de bi dehên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) asêgeha dawî ya rêxistinê li rojhilatê Sûrîyayê di her 24 demjimêrên dawî de li pişt xwe hiştin, AFP Çarşemê (16ê Kanûna Duyem) got.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) êrîşa xwe dawî li rojhilatê çemê Feratê berdewam dike û bi basan sivîlan û çekdarên di hundir de asêmayî ne derdixe.

"Bi giştî, 2,200 kes di her 24 demjimêrên dawî de bar kirin, di nav de 180 çekdarên DAIŞê," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov wiha ragihand.

Bi rêya otombîl û basên QSD, ew bo kampên ku QSD ava kirine tên veguhestin, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdul Rehman, ragihand.

QSD, bi piştevanîya êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî, di Îlonê de êrîşek dest pê kir bo derxistina DAIŞê ji beşekî ji "xîlafeta" ku wê di sala 2014an de ragihandibû.

Ebdul Rehman got ku bêhtirî 20,000 kesan ji deverê ravîyanr ji destpêka Kanûna Yekem ve, ku di nav wan de çekdarên Sûrî, Îraqî, Rûsî û Somalî hene.

Wî got ku derketina xelkê di rojên dawî de xurt bûye, û dora 5,300 kesî di nav de 500 çekdarên DAIŞê ji Înê ve ji deverê derketine.

Bi hazarên xelkê bi pêyan ji deverê revîyane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500