Nûçeyên Iraqê

Şanderê nû teqezîyê li ser hewcedarîya bi çareserîyeke bi piştevanîya NY bo şerê Sûrîyayê dike

Şanderê nû yê NY bo Sûrîyayê yekem serdana xwe bo welatê ku şer ew têk biriye Pêncşemê (17ê Kanûna Duyem) bi dawî kir, û teqezî li ser hewcedarîya bi çareserîyeke siyasî bo cenga Sûrîyayê, ya ku ew heşt sal in dirêj dike, bi piştevanîya NY kir.

Geir Pedersen, dîplomatekî ezmûndar ê Nerwicî ye, serdana xwe ya ku sê rojan dirêj kir bi dawî kir û berê xwe da paytexta Lubnanî Bêrût, jêderekê ji NY ji AFP re eşkere kir.

Çarşemê şanderê nû li ser Twitterê wiha got "me civîneke avaker" bi Wezîrê Derve yê Sûrîyayê, Welîd Muelim re, li Şamê pêk anî.

Di civînê de, wî teqezî li ser pêwîstîya gihiştina "bi çareserîyeke siyayî ji bo Sûrîyan û bi serokatîyan wan û bi piştgirîya NY kir", şanderê NY wiha got.

Pedersen, yê ku heftîya borî dest bi karê xwe kiribû, çaremîn şanderê NY ye ku bo çareserkirina alozîya Sûrîyayê hatiye destnîşankirin, paş gelek gerên binketî yên danûstandinên aştîyê bi serperiştîya NY.

Paş serdana Şamê, Pederson got ku bi Komîteya Danûstandinan a Sûrî civîya, ew komîte jî ji koma herî mezin a dijberîyê pêk tê.

Lê belê "wî biryar daye ku veger Şamê bo nîqaşkirina xalên hevbeş û pêşketinên têkildarî xalên nakokîyê", wî got.

Sêşemê, Muelim daxuyand ku "Sûrîya ji hevahengîkirina bi wî re amade ye... di misyona wî de bo hêsankirina dîyaloga Sûrî-Sûrî bi armanca gihiştin bi çareserîyeke siyasî bo qeyrana Sûrîyayê", Wezareta Derve di daxuyanîyekê de ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500